Heyeta Îmraliyê ji giravê vegeriya
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku endamên Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriyane.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya partiyê de hat diyarkirin ku endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol bi Abdullah Ocalan re civiyane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê hûrgiliyên derbarê hevdîtinê de sibe ji aliyê heyetê ve ji raya giştî re bên parvekirin.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê berê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re jî civiyabûn.
Ew hevdîtin di demekê de hatibû kirin ku nîqaşên li ser pêvajoya çareserî û diyalogê didomiyan.