Erdogan li ser dengên kurdan helwest nîşan da
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, li Başûrê Rojhilata Anatolyayê deng zêde bûne û ev encam ji bo serdemeke nû mizgîniyek e.
Îro 16ê Nîsana 2017an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî dengdan û aşkerebûna encamên nefermî ya referanduma guhertina destûrê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û di konferansê de diyar kir: “Referanduma 16ê Nîsanê dide nîşandan ku gel xwedî li îradeya xwe derket.”
Erdogan bal kişande ser dengên Bakurê Kurdistanê û got: “Bi taybetî li Başûrê Rojhilata Anatolyayê deng zêde bûne û ev encam ji bo serdemeke nû mizgîniyek e.”
Herwiha got: “Her dengên ku hatine dayîn giring in, bi taybetî dengên ku ji Rojhilatê Anatolyayê û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê giringtir in.”
Serokomarê Tirkiyê ji ber piştgiriya Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî diyar kir: “Bi taybetî ji bo HUDA-PAR a Başûrê Rojhilatê Anatolyayê, spas dikim” û got: “Li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê gelek guhertin pêk hatin.”
Erdogan di derbarê destpêka sîstema nû got: “Sîstema serokomariyê dê 2019an de dest pê bike.” û got: “Ev referandum ji bo avakirina siberoja Tirkiyê gavek e.”
Recep Tayyip Erdogan herwiha ji welatên derve xwest ku rêz li îrada gelê Tirkiyê bigrin û got: “Em li hêvî ne ku welatên din jî li hember biryara gelê me rêz bigre.”
Erdogan herwiha li hember camewara ku jib o pîrozbahiya encama referandumê hatibûn got: “Li hember zextên rojavayê cîhanê, we stûyê xwe netewand.”