Li Samsunê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Canikê ya parêzgeha Samsunê ya Tirkiyeyê, zilamekî bi demançeyê hevjîna xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, di navbera Emrah Akpinarê 38 salî û hevjîna wî Emîne Akpinara 36 salî de pirsgirêkên malbatî hebûn û ev demek e ku ji hev cuda dijiyan û di qonaxa hevberdanê de bûn.

Li taxa Karşiyakayê ya navçeya Canikê şeva borî Emrah Akpinar dema ku ji bazarê vedigeriya pêşî li hevjîna xwe Emîne Akpinarê girt û ew bi demançeyê kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin û polîsan ji bo desteserkirina Emrah Akpinarê ku ji cihê bûyerê reviya dest bi xebatê kir.

Hat zanîn 3 zarokên Emrah û Emîneyê hene.