Navenda Nûçeyan – Tirkiyê ragihand, ku ew dê di nav axa Sûriyê de 2 binke û baregehên leşkerî ava bikin.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak roja duşembiyê 15ê Gulanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandiye, ku Artêşa Tirkiyê plana wê yekê heye, ku li bajarê Elbabê yê li bakurê Sûriyê 2 baregehên leşkerî ava bike.
Veysî Kaynak herwiha daye xuyakirin, ku yek ji baregehan ji bo cendirmeyan û ya din jî ji bo baregeheke asayî ya serbazî ye.
Bi gotina Kaynak, armanc ji damezrandina wan baregehên leşkerî yên Tirkiyê li bajarê Elbabê, rahênan û perwerdeya leşkerî bi xelkê xwecihî ye, daku bi gotina wî bikarin bibin xwediyê hêzên polîs û cendirmeyên taybet bi xwe.
Veysî Kaynak tekez kiriye, ku ew baregehên leşkerî dê li ser girkê stratejîkê Eqîl ku dikeve rojavayê bajarê Babê, werin çêkirin.
Kaynak ew yek jî aşkere kiriye, ku niha Artêşa Tirkiyê li bajarokê Elraî baregeheke leşkerî heye.
Artêşa Tirkiyê tevî hin hêzên çekdar ên dijbereya Sûriyê, di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de, û di meha Sibatê de bajarê stratejîkê Babê li bakurê rojhilata bajarê Helebê kontrol kir.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak amaje bi wê çendê jî kiriye, ku ji dema bi dawî hatina operasyona Mertala Firatê ve hejmara hêzên Tirkiyê yên li deverên di çarçoveya wê operasyonê de, ji 8,000 hezar serbazên bo 1,500 serbazî hatiye kêmkirin.
Artêşa Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016ê de dest bi operasyona Mertala Firatê kiribû û di 29ê adara 2017ê de jî operasyon bi dawî kiribû. Di çarçoveya operasyona Metala Firatê de, Artêşa Tirkiyê bajarokên Cerablus, Elraî û bajarê Elbabê tevî bi dehan gundên din kontrol kir.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê herwiha gotiye, Plana Tirkiyeyê heye ku baregeheke sînorî jî li parêzgeha Idlib a Sûriyê ava bike, ku bi yek ji deverên hêmin tê hejmarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse