Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Halil Ozşavlî ragihand ku “di heyama partiya wan de Kurdî wek zimanê dayîkê hatiye qebûlkirin.” Ozşavlî herwiha got: “Di sala 1937an de plaka ji aliyê Şêx Seîd ve hatiye xwendin hat komkirin û qedexekirin.”
Parlamenterê AK Partiyê Halil Ozşavlî li parlamentoya Tirkiyê bersîva pêşniyaznameyeke HDPê ya derbarê zimanê Kurdî de da û got: “Di heyama AK Partiyê de Kurdî wek zimanê dayîkê hatiye qebûlkirin û ji bo pêşxistina Kurdî di asta şoreşê de hinek biryar hatin bicihkirin.”
Halil Ozşavlî diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiyê de gelek astengî û qedexekirin li hemberî Kurdî hatine danîn û got: “Ez nabêjim di heyam kê de qedexe li ser Kurdî hatiye danîn, hûn bixwe dizanin. Di sala 1925an de pirtûka Nefela Biharê hat qedexekirin. Di sala 1937an de plaka ji aliyê Şêx Seîd ve hatiye xwendin bi bihaneya gotinên xirab têde hene hat komkirin û qedexekirin. Di sala 1944an de pirtûka bi nave Barbû ya li Bexdayê ji aliyê Weşanxeneya Necah ve hatî çapkirin qedexe kirin têkeve walat.”
Ozşavlî destnîşan kir ku bi vî rengî bi sedan belge hene.
Parlamenterê AK Partiyê herwiha ragihand ku kursên Kurdî cara ewil di heyama partiya wî de hatine vekirin û wiha pê de çû: “Piştî gavên AK Partiyê li her derê fêkiyên wê hatin dîtin. Serokatiya Karên Diyanetê, Quran bo Kurdî vergerand. Niha Kurdiya akademîk li her derê heye. Zanîngeh dikarin beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî vekin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse