Tuncer Bakirhan: 85 milyon ne Tirk in lê em hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “85 milyonên li Tirkiyeyê ne Tirk in lê em hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê ne.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan doh li ser biryara xwefesixkirin û bidawîanîna şerê çekdarî ya PKKyê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.
Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku serdem hatiye guhertin û li Rojhilata Navîn desthilat tên guhertin û pêwîstî bi hevpeymaniyên nû heye.
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku di serdema nû de ewlehiya herî mezin ne hêza leşkerî û çek in, aştiya civakî bûye hêzeke mezin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman:
“Em nikarin bêjin guhertinên li Rojhilata Navîn bandorê li me nake.
Serdem tê guhertin û demokratîkbûn, qebûlkirina cudahiyan û bihevrejiyan bûye ewlehiya herî mezin.
Ewlehiya herî mezin a Tirkiyeyê ne çek û hêza leşkerî ne, aştiya civakî ya navxwe ye.
Welatekî ku pevçûn û şer lê nebe dê li herêmê bibe hêza herî mezin.”
Bakirhan li ser pirsa “Gelo DEM Partî dixwaze pênaseya welatîbûnê di Destûra Bingehîn de were guhertin?” got:
“Pirsgirêkeke bingehîn ew e ku her kes nasnameyekê tê pênasekirin û divê li şûna wê pênaseyek were kirin ku hemû cudahiyan li xwe bigire.
85 milyonên li Tirkiyeyê hemû ne Tirk in lê welatiyên Komara Tirkiyeyê ne.”