Umît Firat: Bi xwefesixkirina PKKyê re astengên li pêşiya maf û azadiyan dê rabin

16-05-2025
RÛDAW
Nîşan Umît Firat Şerê PKK û Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Umît Firat diyar kir ku bi biryara çekdanîn û xwefesxkirina PKKyê re hinceta “terorê” û astengên li pêşiya azadiyan dê rabin. 

Umît Firat li ser pêşhatên dawî yên kongreya PKKyê ji nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî.

Firat bi bîr anî ku di van 40-50 salên dawiyê de dema ku Komara Tirkiyeyê berê xwe dabû nirxên rojavayê, bi hinceta terorê reform û nasîna maf û azadiyên bingehîn bi paş dixist.

Li gorî gotina Firat, eger bi rastî jî rûpela têkoşîna çekdarî hatibe girtin, hingê hinceta terorê ya dewletê jî ji holê radibe.

"Astengiyên li pêşiya maf û azadiyan dê rabin"

Umît Firat, destnîşan kir ku dê rê li ber sepandina mafên ku di civakên pêşketî yên cîhanê de hene li Tirkiyeyê jî were vekirin û wiha got:

"Astengiyên li pêşiya maf û azadiyên bingehîn û mafên Kurdan bi vî awayî dê rabin, hingê hincet jî dê bi dawî bibin."

Nivîskar Firat diyar kir ku divê gavên piştî vê pêvajoyê jî bi demê re bên avtin û wiha domand:

"Welatên din çi kirin? Eger ne wekî hev bin jî, mînak li Îspanyayê piştî ku dema Franko bi dawî bû, ji şevê heta sibehê xweserî li Baskê û Katalonyayê nehat naskirin.

Pêşketin dem bi dem çêbû. Her du civak jî ji bo vê yekê hatin amadekirin.

Niha her çiqas hinek îtîraz hebin jî ev di asta marjînal de dimînin. Li wir êdî - zehmet e ku mirov ji sedî 100 misoger bike - lê xebat û kiryareke demokratiya mûkemmel hat danîn.

Ev der helbet ne wekî Îspanyayê ye lê di destê me de mînakek heye ku dikare were berçavgirtin. Divê pêvajoyeke derbasbûnê hebe.

Mumkun nîne wekî hêvî ku di carekê de bi hin qanûn û fermanan dê hemû tişt li ber lingên Kurdan bin.

Ne ku ez li dijî me; divê ev bibin bi pêvajoyeke tekamulê, bi pêvajoya geşedanê."

"Dijminatî dê bi dawî bibe"

Firat ragihand ku ne pêkan e ku hemû Kurd di bin banê partiyekê de bibin yek û got:

"Komên berjewendiyan wan cuda hene. Her kes dê li gorî baweriyên xwe yên siyasî û komên ku temsîl dikin, biçin nav rêxistinên qanûnî lê hevdu fetisandin û wekî dijmin dîtin bi piranî dê bi dawî bibe.

Dema ku ev têgihîştin ji holê rabe, rê li ber tevgerên siyasî yên di nava aştiyê de, pirdeng û beşdarîparêz dê were vekirin.

Dema zordarî nemîne, êdî mijar û doza mexdûriyetê jî namîne."

Firat bal kişand ser hebûna komeke mezin a nêzîkî PKKyê û wiha got:

"Ew kom, di heman demê de encama mexdûriyeteke mezin e. Mirovan di 45 salên dawî de zarokên xwe, birayên xwe, dê û bavên xwe di vê tevgerê de winda kirin. Koçber bûn, seqet man, hebûnên xwe yên maddî winda kirin.

Wekî encama van mexdûriyetan piştgiriyeke girseyan a ji bo PKKyê çêbû lê belê eger ev mexdûriyet rabe, dê her kes di şertên wekî hev de derfeta siyasetê bibîne.

Ev jî dê destpêka pêvajoyeke nû be ku berê nehatiye jiyîn. "

Firat behsa rêxistinbûna Kurdan a berê jî kir û bi bîr anî ku di pişt saziyên sivîl ên wê demê de pir caran rêxistinên ne qanûnî hebûn.

Umît Firat got, "Rêxistinên Kurdan hebûn û meşrû bûn lê qanûnên Tirkiyeyê asteng bûn ku ew bi serbestî siyasetê bikin."

"Hinceta Tirkiyeyê ya ji bo bombebarankirina Sûriye û Îraqê ji holê radibe"

Firat di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku dê Kurd di zemîna qanûnî de xwe rêxistin bikin û wiha pê de çû:

"Em dê bibînin dê çi cûre piştgirî wergirin. Me ev yek berê nejiyaye. Tirkiyeyê her tim PKK dikir hincet û tehdîteke tundiyê diafirî; bombebaran, midaxeleyên leşkerî û siyasî dikir.

Eger PKK ji holê rabe, hincet ji bo operasyonên bi vî rengî namîne.

Tirkiye ji vir û pê ve nikare here Sûriyeyê yan jî Herêma Kurdistanê û operasyonên leşkerî bike, dê çi nîşan bide? Hincet namîne.

Eger ev pêvajo têk neçe, êdî şansê Tirkiyeyê yî midaxeleyeke bi vî rengî jî namîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin