DEM Partî bi dirûşma 'Gavek Ji Bo Aştiyê' dest bi çalakiyan dike
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) ji bo derbaskirina xitimîna di pêvajoya çareseriyê de, îro li gelek bajaran meşên hevdem li dar dixe.
DEM Partî dê di van meşan de daxwaz bike ku desthilat demildest gavên yasayî biavêje ku pêvajo bigihêje encamekê.
Zêdetirî 18 meh in pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye lê heta niha ti gavên berbiçav û yasayî ji bo bipêşketina pêvajoyê nehatine avêtin.
DEM Partî ji ber neavêtina gavên yasayî yên ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve biryar daye ku li gelek bajaran çalakiyan bike.
Li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin dê îro demjimêr 19:00an li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi dirûşma “Gavek Ji Bo Aştiyê” meş û çalakî werin kirin.
Daxwazên DEM Partiyê
DEM Partî di van meşan de balê dikişîne ser hinek xalên krîtîk ên ku hîn jî di çarçoveya pêvajoyê de nehatine bicihanîn.
Ji wan daxwazan hinek ev in: Pênasekirina statuya Abdullah Ocalan, berdana girtiyên nexweş û siyasî, derxistina "yasayên azadiyê", sererastkirina çarçoveya yasayî ya pêvajoyê û nehîştina pergala qeyûman.
Komîteya Rêxistinkirinê ya Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de rexne li helwesta hikûmetê ya di pêvajoyê de girtin û da zanîn:
“Desthilata siyasî ya ku her tim daxwazan bi paş dixe, divê li gorî ruhê vê pêvajoyê û ji bo misogerkirina vê derfeta dîrokî berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Nezelalî û sekinandina pêvajoyê rê li ber serkeftinê digire."
Komîteya DEM Partiyê her wiha destnîşan kir ku aştî zemîna herî xurt e ku hemû nasname û baweriyan digihîne hev û li pey çû:
"Erkê me hemûyan e ku em aştiyê li nav civakê belav bikin.”