Yildirim û Îmamoglu di weşana zindî de hatin hemberî hev
Hewlêr (Rûdaw) – Herdu berbijêrên CHPê û AK Partiyê yên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Bînalî Yildirim îşev bi moderatoriya Îsmaîl Kûçukkaya di dîbeytekê de hatin hemberî hev.
Biryar e di 23ê hezîrana îsal de hilbijartina ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were dubarekirin.
Dîbeta navbera herdu berbijêran li Navenda Kongreya Lutfî Kirdar a li bajarê Stenbolê birêve diçe.
Biryar e ev dîbeyt heya du demjimêran dom bike û herdu berbijêr nêrînên xwe derbarê siyaseta navxwe ya Tirkiyê, rewşa aborî ya welat de bînin ziman û herwiha behsa projeyên xwe bo bajarê Stenbolê bikin.
Di dîbeyta îşev dê 20 pirs ji herdu berbijêran were pirsîn û ew jî dê bersivê bidin.