Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê, îro bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive û rojev şerê Îsraîl û Îranê ye.
Biryar e kabîneya Tirkiyeyê îro demjimêr 15:00 bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê bicive.
Tê pêşbînîkirin ku di civînê de rojeva sereke şerê di navbera Îsraîl û Îranê de be ku niha rojeva cîhanê ye.
Her wiha tê çaverêkirin ku bipêşveçûnên li herêmê û pêvajoya li gel PKKyê jî bê gotûbêjkirin.
13ê Hezîrana 2025an Îsraîlê êrişeke asmanî pêk anî û bersivdayîna Îranê çend roj in şer berdewam e.