Erdogan: Tirkiye amade ye ku rolekê wergire

Hewlêr Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya bi Serokkomarê Îranî Mesûd Pizîşkayan re de got, "Tirkiye amade ye ku rolekê wergire."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokkomarê Îranî Mesûd Pizîşkayan re bi telefonê axivî.

Di pêwendiya telefonî de, pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê de, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku ji bo pevçûn demildest bi dawî bibin û vegerek li ser dan û standinên nukleerî çêbibe, Tirkiye amade ye ku roleke hêsanker wergire.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê hatiye belavkirin, di pêwendiyê de pevçûna di navbera Îsraîl û Îranê de, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku wî derbarê pêvajoya pevçûnê ya di navbera Îsraîl û Îranê de bi gelek lîderan re pêwendî daniye û ji bo ku pevçûn di zûtirîn dem de bi dawî bibin û vegerek li ser danûstandinên nukleerî çêbibe, Tirkiye amade ye ku roleke hêsanker wergire.

Her wiha Erdogan diyar kir ku "Tirkiye giringiyê dide parastina aştî û aramiya li herêmê."