Erdogan: Her bûyera li herêmê bandoreke mezin li hemû civakan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku her bûyereke li herêmê rû dide, bandoreke mezin li hemû civakên li herêmê jî dike.

Kabîneya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke rojnamegerî li dar xist û ji bilî mijarên navxweyî, li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de jî axivî.

Erdogan diyar kir ku li pişt êrişên Îsraîlê yên li Îranê planên gelek kûr û berfireh hene û got, "Her ku diçe baştir tê fêmkirin ku êriş xwedî armancên berfireh in."

Bi gotina Erdogan êrişên li Îranê tenê bi wî welatî ve sînordar nînin û wî li ser vê yekê jî wiha got:

"Her bûyera li herêmê rû dide, bandoreke mezin li hemû civakên li herêmê jî dike.

Êrişa li ser xelk û axa Filistînê, tenê bûyereke bi çend milyon kesan ve girêdayî nîne, her wiha êrişa li Îranê jî tenê dewleta Îranê eleqedar nake.

Îsraîl bi her zilmek û bi her sûceke mirovahiyê yê dike, gav bi gav hebûna xwe û paşeroja civaka xwe dixe metirsiyê.”

Erdogan her wiha bertek nîşanî kiryarên Îsraîlê yên li Lubnan û Sûriyeyê da û got ku ev kiryar gefan li aramiya herêmê dixwin.

"Pirsgirêkên ku divê li ser masê bên çareserkirin, bi bombeyan tên çareserkirin"

Erdogan anî ziman ku ew ji destpêkê dibêjin divê ji bo bernameya atomî ya Îranê maseyê gotûbêjan were danîn û hişyarî da:

"Encamên pirsgirêkên ku divê li ser maseyê bên çareserkirin, bi bombeyan tên çareserkirin dê giran bin."

"Em amade ne ku çi ji destê me tê bikin"

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ku wî bi serokên herêmê re hevdîtin kirine û got:

"Min bi gelek serokan re hevdîtin kir, di nav de Trump, Pezeşkiyan, Putin, Sîsî, Abdullah, Selman, Şerîf, Ehmed Şer, El Sabah û Sudanî.

Em wekî Tirkiyeyê amade ne çi ji destê me tê bikin."