Navenda Nûçeyan – Li gorî zanyariyan Avahiya Parlamentoya Tirkiyê ji aliyê firokeyên cengî yên darbeçiyan ve ttê bombebarankirin.
Piştî teqîna bomeyekê li nav avahiya Palramentoya Tirkiyê, firkoeyên şer ên ser bi leşkerên darbeçî dest bi bombebarankirina parlamentoyê kirin.
Zanyariyên ji Enqerê amaje bi wê yekê dikin ku agir berbûye beşek ji avahiya parlamentoyê.
Hinek çavkanî behsa hejmarek kuştî û birîndar dikin. Ev yek di demekê de ye, ku hejmareke zêde ya parlamenteran di nav avahiya parlamentoya Tirkiyê de bûne û mijûlî civîneke neyasayî bûne.
Li gor hin zanyariyan jî 12 kes di teqîna li parlamentoyê de birîndar bûne.
Teqîn di demekê pêk hat, ku peymanêrê Rûdawê Şewket Herkî li ber avahiya parlamentoyê bû û tîma Rûdawê mijûlî weşana zindî bû.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê (MIT) dibêjin, ku darbeya leşkerî ratsî şikestinê hatiye û rewş asayî bûye, lê belê çavkaniyên din amaje bi şerkeî giran li Enqere ya paytexta Tirkiyê dikin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan, niha leşker ber bi Baregeha Sereke ya satelîta Turksatê birêketine, da ku dest bi ser kanalên esmanî yên welat de bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse