Ayşegul Dogan: Divê mijara pêvajoyê tenê ji bo DEM Partiyê neyê hiştin

16-07-2025
Nîşan DEM Partî Ayşegul Dogan Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê pêvajoyê diyar kir ku divê hemû beşên civakê, partiyên siyasî yên mixalefetê û hevpeymaniya desthilatê bi hev re tevbigerin û mijar tenê ne di berpirsyartiya DEM Partiyê de ye.

Lijneya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê doh bi rojeva çekdanîn û komîsyona ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin civiya.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê piştî civînê daxuyaniyek da û bangî hemû beşên civakî kir ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi hev re tevbigerin.

“Divê ev mijar tenê ji bo DEM Partiyê neyê hiştin”

Ayşegulê amaje bi “qonaxeke nû” da û wiha peyvivî:

“Em di dilê qonaxeke nû de ne. Em dê çawa pêş ve biçin? Bi hev re. Em dê hêza xwe bikin yek û bimeşin.

Em dê vegerin rojevên xwe yên rastî û bi rêxistinbûna civakî em dikarin bi pêş ve biçin.

Divê ev mijar tenê ji bo DEM Partiyê neyê hiştin. Divê partiyên mixalefetê, hevpeymaniya desthilatê hemû kes bi berpirsyartî, cidîyet û bi giraniya vê dema dîrokî tevbigere.

Tenê bi vî awayî em dikarin ber bi aramiyê ve biçin.

Banga me ji bo rojanmeger, nivîskar, rewşenbîr, hûnermend, siyasetmedar, kesên cuda difikirin û wan kesan e ku hest dikin hatine sînordarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst