Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Dadê re civiya: Berdana Demîrtaş hat gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol îro li avahiya wezaretê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re civiyan.

Di hevdîtinê de rewşa Selahattîn Demîrtaş jî hatiye gotûbêjkirin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê hevdîtinên xwe yên siyasî didomîne.

Endamên heyetê piştî hevdîtinê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re daxuyaniyek da.

‘Me pêvajo ji aliyê hiqûqî ve nirxand’

Pervîn Buldan ku ewil li ser navê heyetê axivî, wiha got:

“Îro wekî heyet hevdîtinên me yên girîng hene. Me ziyareta xwe ya ewil bi Wezîrê Dadê birêz Tunç re pêk anî.

Em spasiya birêz Tunç jî dikin ku em qebûl kirin. Serdaneke girîng bû.

Me li ser qonaxên pêvajoyê, aliyên wê yên hiqûqî û siyasî û her wiha li ser rêya ku divê ji niha û pê de bê meşandin, nirxandineke giştî kir.

Em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoya pêkanîna komisyonê de, dê wezîfe û roleke girîng a birêz Wezîrê Dadê hebe.

Ji ber vê yekê me jê re got ku girîng e ev pêvajo li ser zemîneke hiqûqî bimeşe.

Wî jî diyar kir ku wî heta niha her cure piştgirî daye lê ji bo bipêşveçûna pêvajoyê û meşandina wê ya li ser zemîneke hiqûqî û yasayî, ew dê ji niha û pê de jî erkê wergire.

Ji ber vê yekê hevdîtineke girîng bû. Piştî demeke kurt em dê ji bo hevdîtina bi birêz Davutoglu re biçin Partiya Paşerojê û em dê hevdîtinên xwe bidomînin.”

“Wezareta Dadê di pozîsyoneke taybet de ye”

Mîthat Sancar jî bal kişand ser rola Wezareta Dadê û wiha got:

“Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe û di rêya armanca aştî, dewleta hiqûqê û demokrasiyê de bimeşe, Wezareta Dadê di pozîsyoneke taybet de ye.

Birêz Wezîr bi awayekî eşkere diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin xurtkirina zemîna hiqûqî.

Pêşveçûna vê pêvajoyê bi bihêzkirina bingehên hiqûqî ve girêdayî ye.

Em jî dê piştgiriya xwe ya ji destê me tê bidomînin.”

Pirsa Selahattîn Demîrtaş

Li ser pirsa “Gelo di hevdîtinê de berdana Selahattîn Demîrtaş hat rojevê?”, Buldanê diyar kir ku “hemû mijar hatin axaftin” lê ew dê hûrgiliyan parve nekin.

Şert û mercên Îmraliyê

Li ser pirsa “Gelo şert û mercên Îmraliyê hatin rojevê?” Sancar ev bersiv da:

“Piştî ku komisyon bê avakirin, dê hemû mijarên bi vî rengî bên rojeva komisyonê.

Jixwe komisyon ji bo vê armancê tê avakirin. Ev sernav dê bi awayekî eşkere bên gotûbêjkirin û dê bi agahdariya raya giştî bên meşandin.

Ji ber vê yekê ne rast e ku em niha daxuyaniyeke berfireh bidin. Tê payîn ku komisyon di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike.”

Heyet ji bo hevdîtina bi Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re derbasî Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê bû.

Piştî vê hevdîtinê jî heyet dê here parlamentoya Tirkiyeyê û dê li vir bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.