Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî bi tundî bersiva Erdogan da û got, em li vir Hîtler û Qezzafiyan naxwazin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh li bajarê Rîze yê Tirkiyê li ser sîstema rêveberiya Tirkiyê gotibû, kî dixwaze qebûl bike yan qebûl neke, êdî sîstema siyasî ya Tirkiyê hatiye guhertin.
Erdogan her wiha gotibû, ezê tevahiya hêza xwe ya ku di Destûrê de hatiye kifşkirin, bikar bînim.
Li ser vê yekê Serokê MHPê Devlet Bahçelî li ser rûpela xwe ya Twîtterê bersivek tûj da Erdogan û got, sîstema siyasî ya Tirkiyê nehatiye guhertin û nayê guhertin jî. Em li vir Hîtler û Qezzafiyan naxwazin.
Erdogan li bendê bû di hilbijartinên 7ê Hezîranê yên îsal de AKP “400 kursiyên parlamentoyê” bidest bîne û Destûrê bide guhertin û xwe bike Serokê Tirkiyê lê encamên hilbijartinên wisa derneket û Erdogan nekarî bibe serok.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse