Demirtaş bersiva 'taştêya Selo' ya Erdogan da
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Edirneyê girtiye li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên “Taştêya Selo” wiha bersiv da “Ev zîrekiyeke çewa ye, afirîrneriyeke çewa ye! Xweda jî... We çewa dizanibe bila wisa bike.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê li bajarê Çorumê yê Tirkiyê di axavtineke xwe de gotibû “Ez posterekî dibînim. Dibêjin meniya maseya şeşan. Dibe ku we ev menu dîtibe. Li ser maseyê çi heye? Şorbeya derew heye, kebaba qoltixê heye, dolmeya Qendîlê heye, seleteya kelekelê heye. Ji xeynî wan taştêya Selo heye. Ji xeynî wê pirteqala Wahsingtonê heye. Bixwe teta tu dikaribî bixwe.”
Selahattîn Demêtaş li ser van gotinên Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi vî rengî bersiv da:
“Xweda, ji hîktmetê te pirs nayê kirin lî dema ku te hiş belav kir, çima te hemû da wan me bêpar hişt? Ev zîrekiyeke çewa ye, afirîrneriyeke çewa ye! Xweda jî... We çewa dizanibe bila wisa bike.
Bila brayên min ên Wanî li qusûrê nenêrin lê êdî ligel taştêya Wanê tiştek bi navê taştêya Selo jî heye. Bêyî wergirtina yek qurişekî em bayîtiyê didin 81 parêzgehan. Tenê ji Şakir re tine, ji ber ku ew her roj li taştêya qesrê dixwe.”
Allah'ım, hikmetinden sual olunmaz ama zeka dağıtırken neden hepsini bunlara verip bizi mahrum bıraktın?
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) August 16, 2022
Bu nasıl zekadır, nasıl bir yaratıcılıktır! Allah da sizi... Bildiği gibi yapsın. pic.twitter.com/7YIXyeugcb
Vanlı kardeşlerim kusura bakmasınlar ama artık Van kahvaltısı yanında bir de Selo kahvaltısı diye bir şey var 😄
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) August 16, 2022
Tek kuruş almadan, 81 ile bayilik veriyoruz 😄
Bir tek Şakir'e yok çünkü her gün saray kahvaltısı yapıyor.