Di doza Can Holdingê de 5 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Di doza Can Holdingê de ji bo Serokê Lijneya Birêvebiriya Can Holdîngê Kenan Tekdag biryara hepsa malê hat dayîn û 5 kesên din hatin girtin.
Dadgehê, di doza Can Holdingê de ku bi tohmetên "damezrandina rêxistina sûcan", "qaçaxçîtî", "sextekarî" û "spîkirina pereyên reş" hatibû vekirin, biryara xwe eşkere kir.
Di encamê de 5 kes hatin girtin û ji bo Serokê Lijneya Birêvebiriyê Kenan Tekdag jî biryara hepsa malê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê 11ê Îlona 2025an li dijî birêvebirên Can Holdingê lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di operasyonê de ji bo 10 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn û 6 kes hatibûn girtin.
Her wiha dest danîn ser 121 kompanyayên girêdayî holdingê, ku di nav wan de Show TV, Haberturk, Zanîngeha Bilgiyê û Bloomberg HT jî hebûn û li ser wan qeyûm hatibû danîn.
Dadgehê îro ji bo Devran Çîmen, Devran Can, Mehmet Kaya û Kemal Çîmen bi tohmeta "endamtiya rêxistina sûcê û spîkirina pereyan" û ji bo Ceman Can jî bi tohmeta "endamtiya rêxistina sûcê" biryara girtinê da.
Serokê Lijneya Birêvebiryê Kenan Tekdag jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û mehkûmî hepsa malê hat kirin.