PSK çû serdana HUDA PARê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel çû serdana Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu.

HUDA PARê derbarê serdana Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û şandeya pê re li ser hesabê xwe yê daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku Zekeriya Yapicioglu li Enqereyê Bayram Bozyel û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser “pêvajoya çareseriyê” û Pirsgirêka Kurdan careke din germ bûne.

Di vê çarçoveyê de, di navbera partiyên siyasî de serdan û hevdîtinan zêde bûne.

Li gorî daxuyaniya ku hat belavkirin di hevdîtina Yapicioglu û Bozyel de “pêvajoya tesfiyekirina PKKyê û çareseriya Pirsgirêka Kurdan” hatine gotûbêjkirin.

HUDA PAR wekî partiyeke Îslamî ya Kurdan tê naskirin û di hilbijartinên dawî de di nav lîsteyên AK Partiyê de parlamenter derxistibûn.

PSK jî partiyeke sosyalîst e û sîstema federalîzmê diparêze.