Cengîz Çandar: Bi girtina Demîrtaş hûn nikarin kesî bi aştiyê qanih bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Heke li Tirkiyeyê pêvajoyek hebe û ji vê pêvajoyê hêviya aştiyê bê kirin, divê her Seêahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli jî teqez li derve bin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Cengîz Çandar, li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçuk Mizrakli kir.
Cengîz Çandar piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyaniyek da.
“Divê Demîrtaş û Mizrakli li derve bin”
Çandar diyar kir ku tenduristiya fîzîkî û derûnî ya Demîrtaş û Mizrakli baş e lê girtina wan nayê qebûlkirin.
Çandar bal kişand ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û got:
“Heke îro li Tirkiyeyê pêvajoyek hebe, heke ji vê pêvajoyê hêviya aştiyê bê kirin, divê her du jî teqez, teqez li derve bin.”
Rewşa dawî ya Demîrtaş
Cengîz Çandar rewşa hiqûqî ya Demîrtaş jî şîrove kir û wiha axivî: “Selahattîn Demîrtaş li benda bicîkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 8ê Tîrmeha 2025an e.
Dema îtiraza Tirkiyeyê diqede, heke Tirkiye îtiraz neke - ku divê neke ji ber ku tiştekî ku îtiraz biguherîne nîne - Selahattîn Demîrtaş dê demildest azad bibe.”
DMMEyê di biryara xwe ya 8ê Tîrmehê de biryar dabû ku mafên Demîrtaş hatine binpêkirin û girtina wî ji ber sedemên siyasî ye.
“Bi hincetên pûç li hundir tê girtin”
Çandar li ser rewşa Selçuk Mizrakli jî axivî û da zanîn ku bi awayekî neheq û bi îftirayan hatiye mehkûmkirin û cezayê wî du caran ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye xerakirin.
Çandar got, “Pêwîst bû ku di 8ê Îlonê de ji berdana bi şert sûd werbigirta, lê serlêdana wî ji aliyê lijneya çavdêriya girtîgehê ve bi hinceteke pûç hat redkirin.”
Li gorî hinceta ku hatiye nîşandan, Mizrakli "daxuyaniyek nedaye ku ji rêxistinê veqetiyaye."
Çandar ev biryar wekî nîşana wê yekê nirxand ku pêvajo ber bi aştiyê ve naçe û got:
“Hûn nikarin bi girtina Selahattîn Demîrtaş û bi redkirina daxwaznameyên Selçuk Mizrakli bi hincetên herî bêaqil, di civakê de ti baweriyekê ji pêvajoyê re ava bikin.”
Cengîz Çandar di dawiya axaftina xwe de bangî desthilatdaran û her kesî kir û got:
“Divê Selahattîn Demîrtaş demildest bigihîje azadiya xwe! Divê Selçuk Mizrakli demildest ji pişt dîwarên Girtîgeha Edîrneyê derkeve!”