Gumanên li ser kuştina Nezerî zêde dibin, hîn ti kes nehatiye girtin

Stenbol – (Rûdaw) - Melayê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Mesûd Nezerî li Stenbolê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Nezerî roja 14ê Çiriya Peşîn piştî nimêja eşayê dema vedigeriya mala xwe, li ber derî bi 3 guleyan hat kuştin û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kubraya dayîka Mesûd Nezerî piştî bûyerê ji Îranê hatiye Stenbolê.

Dayîka dilşewat bi girî û kesereke kûr behsa kurê xwe dike û ji rayedarên Tirkiyeyê dixwaze ku kujerên kurê wê demildest bên dîtin û cezakirin.

Kubrayê ji Rûdawê re got, “Ji bo xatirê dîn û Quranê hat li vir derket. Ti pirsgirêka wî tunebû. Ne li wir û ne jî li vir rihetî nedane me. Dewletê dev jê berneda.

Piştî nimêja eşayê vedigere mala xwe li ber mala xwe wî şehîd dikin. Kurê min şehîd e, ez kêfxweş im ku kurê min şehîd bûye.

Em nizanin kê ew kuştiye û tiliya kê tê de ye.”

"Merivekî baş û dindar bû"

Cîran û nasên Mesûd Nezerî jî ji ber kuştina wî gelekî xemgîn in. Wan ji Rûdawê re bi başî behsa wî kir.

Cîrana wî Pinar Caduyê got, “Merivekî baş bû, cîranê me bû. Kê kiribe înşalah dê bê girtin. Guneh bû, heyfa jin û zarokên wî.”

Cîranê wî Hakan jî got, “Merivekî baş û dindar bû. Em li malê bûn dengê guleyan hat. Heta em hatin jixwe bûyer çêbûbû.”

"Me ti xirabiyeke wî nedît"

Mela Mesûd herî dawî ji Mizgefta Îmam-i Azam a taxê derketibû. Li gorî agahiyan, wî her pênc nimêjên xwe li wê mizgeftê dikirin û hin caran jî ji cemaetê re melatî dikir.

Melayê Mizgeftê Ali Kiriş got, “Ew ji cemaeta me bû. Merivekî pir qenc û delal bû.”

Hevalê wî yê mizgeftê Ekrem jî got, “Hevalê me bû dihat mizgeftê nimêja xwe dikir û diçû. Me ti xirabiyeke wî nedît.”

Guman li ser Îranê ne

Polîsê Stenbolê lêpirsîn daye destpêkirin lê heta niha kes nehatiye desteserkirin û ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Lê medyaya nêzî hikûmeta Tirkiyeyê û medyaya mixalîf a Îranê amaje pê kir ku ji ber nasnameya wî ya mixalif û Sunî, guman heye ku Nezerî ji aliyê sîxurên rejîma Îranê ve hatibe kuştin.

10 sal bûn li Stenbolê dijiya

Melayê Kurd Mesûd Nezerî ji bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew sala 2014an li Kirmanşanê hatibû girtin û 10 mehan girtî mabû.

Nezerî ji sala 2015an ve bi hevjîn û 2 kurên xwe re li Stenbolê dijiya û di gotarên xwe de rexneyên tund li desthilata Îranê digirtin.

Li gorî agahiyên malbatê, dê termê Mesûd Nezerî li Stenbolê bê veşartin.