Parlamenterekî CHPyê Seyîd Riza bi bîr anî
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê Orhan Saribal, bi peyamekê Rêberê Kurd Seyîd Riza bi bîr anî.
Parlamenterê CHPyê yê Bursayê Orhan Saribal li ser platforma medyaya civakî ya Xê di salvegera 88emîn a Komkujiya Dêrsimê de Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anîn.
Orhan Saribal di peyama xwe de, cih da gotina navdar a Seyîd Riza a “Min serê xwe li hemberî we netewand bila ev ji we re bibe derd.”
"Ez wî bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînim"
Orhan Saribal wiha got:
“Min nekarî bi derew û hîleyên we ev ji min re bû derd.
Lê min serê xwe li hemberî we netewand bila ev jî ji we re bibe derd.
Ez di salvegera 88emîn a bidarvekirina wan de, yek ji navên sembol ên hînkirina heq û edaletê ya çanda Elewiyan Seyîd Riza, kurê wî Reşik Huseyîn û ew canên ku bi wan re ber bi darvekirinê ve meşiyan, bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînim.
Têgihîştina heq û heqîqetê ya civaka Elewiyan şîret dike ku li kêleka mezlûman bisekinîn û li dijî neheqiyê dengê xwe derxînin.
Seyîd Rizadema dema ber bi darvekirinê ve diçû bi gotinên ‘Em ewladê Kerbelayê ne, heyf e, guneh e, zilm e’ bangî wijdana hevpar a mirovahiyê kir.
Ronahiya wî li ser rêya kesên ku li pey edaletê dimeşin didome.”
88 sal berî niha Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujiyeke mezin li dijî Kurdan pêk anî.
Roja 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirin û Cezakirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê dest pê kir.
Li gorî amarên fermî di komkujiyê de 13 hezar û 160 kes hatin kuştin û 11 hezar û 818 kes hatin sirgûnkirin.
Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hejmarek ji rêberên din ên Kurd 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li Xarpêtê hatin îdamkirin.
Li gorî gelek çavkaniyan, hejmara kuştî, sirgûn û gundên hatine wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir e.