Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li dijî biryara dadgeha Amedê ya ku daxwaza berdana parlamenterên BDPê red kiribû, dest bi greva birçîbûnê bikin.
Li gorî nûçeya Radîkalê, piştî dadgeha 5emîn a Amedê daxwaza dozger bo berdana parlamenterên BDPê red kir, her çar parlamenterên HDPê (Ertugrul Kurçu, Sebahet Tûncel, Sirri Sureya Onder û Levent Tûzel) dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Onder diyar kir ku dê ji sibê (17.12.2013) dest bi grevê bikin û grev dê bêdem be.
Sirri Sureya Onder her wiha da zanîn, bang li hemû partiyên çepgir û sosyalîst kirine ku piştgiriyê bidin greva wan û wiha got: “Çimkî biryara dadgehê li hember parlamentoyê heqaret e û divê parlamento jî bêdeng nemîne û tişta ku dikeve ser milê wê bike.”
Li gorî Onder, ev biryara dadgehê dibe ku pêvajoya aştiyê jî bixe metirsiyê û zirarê bidê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse