Tirkiye: Li Deryaya Reş dronek hat xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku dronek ji aliyê Deryaya Reş ketiye nava asmanê welatê wan û bi balafirên şer ên F-16 hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, doh şev piştî ku dronek ji Deryaya Reş ketiye nava asmanê Tirkiyeyê, hêzên asmanî yên wî welatî ketine rewşa amadebaşiyê.

Ew drone demekê li asman hatiye şopandin û paşê hatiye xistin.

Drona ku ji Deryaya Reş ketibû nav asmanê Tirkiyeyê, li nêzîkî Çankiriyê ji aliyê radaran ve hat tesbîtkirin.

Drona nenas ji aliyê balafirên F-16 ve hat şopandin û pişt re hat xistin.

"Ji kontrolê derketibû"

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê ev hûrgîlî parve kirin.

"Şopeke asmanî ya ku ji Deryaya Reş nêzîkî asmanê me dibû, hat tesbîtkirin û di çarçoveya tednîrên asayî de hat şopandin.

“Balafirên me yên F-16 yên di bin kontrola NATO û yên neteweyî de bi armanca pêkanîna ewlehiya asman, ji bo erkê bersivdana hişyarkirinê hatin şandin.

Derket holê ku şopa asmanî firokeyeke bêmirov e û ji kontrolê derketiye û ji bo rêgirtina li ber her bûyereke nexwestî, li derveyî qada niştecihbûnê û li herêmeke ewle hat xistin."

Erdogan hişyarî dabû

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyeke xwe ya 13ê Kanûna Pêşîn de amaje bi rageşiyên dawî yên li Deryaya Reş kiribû.

Erdogan tekez kiribû ku divê Deryaya Reş nebe qada pevçûnan û gotibû:

"Rewşeke wiha ne tenê zererê dide Rûsya û Ukraynayê. Ewlehiya trafîka deryayî ya li Deryaya Reş ji bo hemû aliyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye."

Divê were gotin ku 12ê Kanûna Pêşîn, sê keştiyên Tirkiyeyê di encama êrişa li ser benderên Ukraynayê de zerer dîtibûn.

Hêza Deryayî ya Ukraynayê ragihandibû ku êriş ji aliyê dronên Rûsyayê ve hatine kirin lê Rûsyayê ew yek red kiribû.