Yerlîkaya: 972 koçber û 55 qeçaxçî hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh li dijî qeçaxçîtiya koçberan hatine lidarxistin.
Di operasyonan de 972 koçber û 55 qeçaxçî hatine desteserkirin.
Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê hûrgiliyên operasyonan parve kirin.
Operasyon bi kordînasyona Serokatiya Îdareya Koçê û bi beşdariya hêzên ewlehiyê hatine lidarxistin.
Kontrola nasnameya 431 hezar kesan
Li gorî daxuyaniyê, operasyon li 5 hezar û 702 cihan hatine kirin.
Di van operasyonan de 9 hezar û 109 tîm û 28 hezar û 581 karmendên ewlehiyê beşdar bûn.
Di çarçoveya kontrolan de nasnameya 431 hezar û 446 kesan hatiye kontrolkirin.
Her wiha 15 hezar û 154 cihên wekî termînal, stasyon û cihên giştî hatine kontrolkirin.
Koçber dê werin dersînorkirin
Di encama kontrol û serdegirtinan de 55 organîzatorên qeçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin ku 9 ji wan biyanî ne.
Her wiha 972 koçberên neyasayî jî hatin girtin.
Yerlîkaya diyar kir ku kar û barên dersînorkirina koçberan demildest hatine destpêkirin.