Li Bursayê bav û keç li malê mirî hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Osmangaziyê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê, bav û keçek li mala xwe mirî hatin dîtin.
Bûyer şeva borî li navçeya Osmangaziyê rû da.
Mirovên malbatê, Nazmî Aybeyê 55 salî li banê xaniyê wî daleqandî û keça wî Kubra Aybeya 28 salî jî li ser nivîna wê mirî dîtin.
Term şandin morga dadê
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Dozgerê Komarê li cihê bûyerê lêkolîn kir û pişt re tîmên tenduristiyê termê bav û keça wî birin morga Saziya Bijîşkî ya Dadê ya Bursayê.
Hat diyarkirin ku piştî kar û barên otopsiyê dê sedema mirina Nazmî Aybey û Kubra Aybey were zanîn.