Li Wan û Stenbolê 4 rojnameger hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û li Stenbolê 4 rojnameger hatin desteserkirin.

Polîsan îro serê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbol û Wanê bi ser hinek mal de girt.

Di van biserdegirtinên malan de rojnameger Reyhan Hacioglu, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin desteserkirin.

Polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê bi ser navendên Marti Produksiyon û Guncel Produksiyonê de girt û dest danî ser kompîter û hard dîskên her du ajansan.

Nehat eşkerekirin ku “operasyon” ji ber çi hatiye kirin û sedema desteserkirina rojnamegeran jî nehat zelalkirin.