Li Hatayê kesek piştî 278 demjimêran ji bin kavilan bi saxî hat derxistin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Defne ya Hatayê di demjimêra 278an a erdhejê de Hakan Yasînoglu yê 45 salî ji bin kavilan avahiyekê bi saxî hat derxistin.

Tîmên ku di nav kavilên Apartmana Tolgayê ya ku li Taxa Elektrîkê ye dixebitîn, pê hisiyan ku ku kesek sax e.

Hakan Yasinoglu yê 45 salî di çarçoveya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku di nav wan de PAK, AFAD û CEKUT û Hawarçûna Stenbolê jî di nav de hebû, hat rizgarkirin.

Yasînoglu yê ku di demjimêra 278an de ji aliyê tîman ve ji bin kavilan hat derxistin rakirin nexweşxaneyê.