Xwendekara lîseyê ji ber vîdeoya ‘Kezî’ girtî dimîne
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmîrê derbarê xwendekara lîseyê ya 16 salî A.K.yê de îdianame hat qebûlkirin û ew dê girtî bimîne.
A.K. ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoya hûnandina keziyan parve kiribû hatibû girtin.
Dadgehê daxwaza berdanê ya zarokê red kir û biryara berdewamiya girtîbûna wê da.
Pêvajoya hiqûqî ya derbarê xwendekara pola 12an A.K.yê de didome.
A.K.yê di çarçoveya kampanyaya berteka li dijî birîna keziyên şervaneke jin de dîmên parve kiribûn.
Ew şervan di dema êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de şehîd ketibû.
Bi tohmeta 'propagandaya rêxistinê'
A.K. ji ber vîdeoya hûnandina kezî, wêne û stranên ku li ser medyaya civakî parve kiribûn 5ê Sibatê hatibû desteserkirin û paşê jî hatibû girtin.
Îdianameya ku derbarê wê de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Zarokan a Îzmîrê ve hat qebûlkirin.
Zaroka 16 salî dê bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" derkeve pêşberî dadgehê.
Daxwaza berdanê hat redkirin
Parêzerên A.K.yê Ppiştî qebûlkirina îdianameyê li ser navê muwekîla xwe daxwaza berdanê kir.
Parêzeran temen û rewşa perwerdeya wê li ber çavan girt.
Lê belê heyeta dadgehê daxwaz red kir û biryara berdewamiya girtîbûna A.K.yê da.
Rûniştina yekem a dozê dê 3yê Adarê saet 15:00an bê kirin.