Bakirhan: Operasyona li Şingalê dê bibe xeletiya herî mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku di rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê de hinek xalên ku ew pê re hevnêrîn in û hinek xalên ku rexneyan lê digirin hene.

Tuncer Bakirhan got, "Ji ber ku nîqaşên derbarê raporê didomin, ji bo nirxandineke giştî hîn zû ye."

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêşniyara wan a ji bo civîna li gel serokên partiyan û anî zimên:

"Ji bo me sernavê herî girîng ev bû.

Di pêvajoyekê de ku em qala Pirsgirêka Kurdan a sed salî dikin û Tirkiye li benda aştî û civakeke demokratîk e, nehatina cem hev a serokan me dixe nav dilgiraniyan."

Bakirhan pirsî, "Eger em ji bo çareserkirina pirsgirêka sed salî neyên cem hev û pêşniyarên xwe pêşkêş nekin, em dê kengî bikin?"

Bakirhan diyar kir ku wan bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye û ew bawer dike ku bi mazuvaniya Erdogan, civîna hemû serokên partiyên siyasî dê bandoreke mezin û erênî li vê pêvajoyê bike.

'Xalên ku em dixwazin zelal bikin hene'

Tuncer Bakirhan derbarê agahiyên ku ji rapora Komîsyona Parlamentoyê di çapemeniyê de hatine belavkirin jî axivî û got:

"Rapor bi ked û xebateke mezin gihîşt astekê.

Em jî niha di nav xwe de nîqaşan li ser dikin. Xalên pir girîng hene ku em pê re hevnêrîn in lê xalên ku em hîn jî li ser nîqaşan dikin û dixwazin zelal bikin jî hene."

Bakirhan destnîşan kir, piştî ku forma dawî ya raporê derket holê, ew dê nêrînên xwe eşkere bikin û ducare kir, ji ber ku pêvajo û hevdîtin didomin, nabe ku ew nirxandineke giştî bikin.

Bakirhan her wiha diyar kir ku di vê demê de rojeveke wan a ji bo hilbijartinên pêşwext nîne.

Îraq ne dişibe Lîbyayê ne jî Sûriyeyê

Tuncer Bakirhan rexne li daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser Îraq û Başûrê Kurdistanê girtin û got:

"Li Tirkiyeyê em li gel krîzên aborî, krîzên dîplomatîk jî dijîn.

Gotinên 'piştî Sûriyeyê dor a Îraqê ye' bûn sedema krîzeke mezin.

Ji ber vê daxuyaniyê Balyozê Bexdayê bangî Wezareta Karên Derve ya Îraqê û Birêvebiriya Heşdî Şebiyê hat kirin."

Bakirhan hişyarî da ku Îraq ne dişibe Lîbyayê û ne jî dişibe Sûriyeyê û anî ziman:

"Tevgera li Îraqê bandorê li cografyayeke berfireh a ji Sûriyeyê heta Îran, Yemen û Libnanê dike."

'Operasyona li Şingalê dê bibe xeletî'

Bakirhan li ser îhtimala operasyoneke hevbeş a bi Heşdî Şebiyê re ya li Şingalê got:

"Eger nêzîkbûneke wiha hebe, ev dê bibe xeletiya herî mezin a li hemberî pêvajoya aştiyê û paşeroja 86 milyon kesan.

Berovajî vê, divê bi Kurdan re tifaqên stratejîk û dîrokî werin avakirin."

Bakirhan ji bo vê yekê pêşniyara "Yekîtiya Demokratîk a Rojhilata Navîn" kir ku tê de rêz li serweriya neteweyî û sînoran were girtin û derbasbûna sînoran hêsan bibe.

Ocalan: Mîsyon rizgarkirina dîrokê ye

Tuncer Bakirhan behsa hevdîtina şandeya partiya xwe ya bi Abdullah Ocalan re jî kir û da zanîn:

"Birêz Ocalan dibêje, 'Em behsa rizgarkirina dîrokê dikin, ne rizgarkirina rojê. Dîrok bêyî Kurdan nabe.'

Di demekê de ku em behsa pirsgirêka sed salî dikin, em bangî hemû serokên partiyan dikin ku di lûtkeyekê de werin cem hev."

Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar jî piştî hevdîtina sê demjimêrî ya bi Ocalan re naveroka civînê eşkere kir.

Sancar diyar kir ku Ocalan ev hevdîtin wekî "civîna destpêkirina yekgirtinê" bi nav kiriye.

Ocalan nirxandina 16 mehên borî yên pêvajoyê kiriye û gotiye:

"Qonaxa yekem a ku taybet bi biryara fesixkirina rêxistinî û têkoşîna çekdarî bû, bi dawî bûye.

Kakilê vê qonaxê, xwe fesixkirina PKKyê û danîna çekan bû. Ev ji bo min biryareke stratejîk e."