REFERANDÛMA TIRKIYÊ – Ji sedî 15ê dengdêran bêbiryar in

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê ji bo giştpirsiya 16ê Nîsanê ji mehekê kêmtir ma. Lê li gorî rapirsiyan rêjeya bêbiryaran dîsa jî ji sedî 10an zêdetir e. Niha partiyên siyasî hewl didin ku dêngdêrên bêbiryar qanî bikin. Herwiha li gorî rapirsiyan dê li Bakurê Kurdistanê çûyina ser sindoqan li gorî nîveka Tirkiyê kêmtir be.

 

Dê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 16ê Nîsanê de  giştpirsiyek bê kirin. Şîrketên rapirsiyan jî beriya giştpirsiyê encamên lekolînên xwe diyar dikin.

 

Li gorî hinek rapirsiyan dengên erê, li gorî hinek rapirsiyan jî dengên na bilindtir in. Lê di hemû rapirsiyan de encameke hevpar heye ku derdorê sedî 15'ên dêngderên bêbiryar hene.

 

Êdi ji bo giştpirsiyê ji mehekê kêmtir maye. Lê gelo rêjeya bêbiryaran kêm bûye yan na?

 

Serokê şîrketa rapirsiyê OPTİMARê Hîlmî Daşdemîr derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got; “Di navber ji sedî 10 û 15'an de bêbiryar hene. Piraniya van dengdêrên AK Partî û MHPê ne. Li gorî lêkolînên me rêjeya bêbiryaran her ku diçe kêmtir dibe û piraniya wan dibin alîgirên erê.”

 

Li gorî rapirsiyan li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya çûyîna ser sindoqan dê gorî bajarên Tirkiyê kêmtir be.

 

Serokê AKAMê Kemal Ozkîraz jî li ser vê yekê got; “Li wir dê beşdarbûn gelekî kêm be. Lê hema hema tevahiya dengdêran dê bêjin na. Di vir de fikreke şaş heye û dibêjin dê kurdên ku dengên xwe didin HDPê neçin ser sindoqan. Lê li gorî lêkolînên me kurdên dîndar ên ku di 7ê Hezîranê de dengdayî HDPê û di 1ê Mijdarê de piştgiriya AKPê kirî dê neçin ser sindoqan.”

 

Da ku di giştpirsiyê de guhertina destura bingehin bê qebûl kirin pêwisti bi zêdetirî ji sedî 50yî dengan heye.