Krîza Hurmizê berê bazirganiyê diguherîne: Mêrsîn dibe alternatîv
Mêrsîn (Rûdaw) - Ji ber şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê û gefên li ser Tengava Hurmizê, bazirgan û hinardekar li rêyên alternatîv digerin.
Yek ji wan bijardeyên sereke jî Bendera Mêrsînê ya Tirkiyeyê ye.
Li gorî amaran, heta niha ji sedî 20 heta 30yî liv û tevgera bazirganiyê li Bendera Mêrsînê zêde bûye.
Tê pêşbînîkirin ku ev rêje di rojên pêş de hêj zêdetir bibe.
Giringiya stratejîk a Mêrsînê
Serokê Herêma Azad a Bazirganiyê ya Mêrsînê Edwar Mum got:
"Mêrsîn ji ber cihê xwe yê stratejîk û girêdana xwe ya bi rêyên lojîstîkê, dê di pêşerojê de ji ber şerê heyî qebareya xwe ya bazirganî û veguhastinê zêdetir bike."
Piraniya şirketên ku berê kel û pelên xwe ji Çîn û welatên din digihandin benderên Kendavê, niha berê xwe didin Bendera Mêrsînê.
Birêveberê Şirketa Leder Shipê Nizar Samî diyar kir:
"Şirketên keştiyaniyê ji ber metirsiya şer niha ne amade ne ku di Hurmizê de derbas bibin.
Eger şer bidome, em neçar in ku kel û pelan bi rêya Deryaya Spî bînin Bendera Mêrsînê û ji wir jî bigihînin bazarên Herêma Kurdistanê û Îraqê."
Kapasîteya benderê hatiye zêdekirin
Her çi qasî şerê Îran û Îsraîl - Amerîkayê bûbe sedema girtina gelek deriyên bazirganiyê jî, li Mêrsînê ji bo hinardekar û bazirganan bûye hêviya zêdebûna kar.
Xwediyê Şirketa Interline Lojîstîkê Mehmet Emîn Ecevît jî got:
"Mêrsîn di navbera Rojhilata Navîn, Ewropa û Asyayê de pirek e.
Îsal kapasîteya bendera me ya Mêrsînê ji sedî 30 heta 35an hate zêdekirin. Hejmara rixtiman bû 21.
Ez bawer im çi qas barên Îraq, Îran û welatên din bên jî em dikarin pêşwaziyê bikin."
Piraniya kel û pelên ku digihîjin Bendera Mêrsînê bi barhilgiran û bi rêya bejayî tên veguhastin.
Ev yek jî rola Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl careke din tîne rojevê.