Malbata Dîlan Karamanê lêpirsîneke bibandor xwest
Stenbol (Rûdaw) - Malbata Dîlan Karamanê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Malbatê xwest ku hevalê Dîlan Karamanê Mazlum Toprak were darizandin.
11ê Çiriya Paşîn a 2025an rojnameger û şêwirmenda DEM Partiyê Dîlan Karamanê hewl da ku xwe bikuje.
Ew li nexweşxaneyeke Amedê hat tedawîkirin lê piştî 10 rojan canê xwe ji dest da.
Piştî mirina Dîlan Karamanê di raya giştî de gelek îdia û nîqaş derketin holê.
Ji bo lêkolînkirina hemû aliyên bûyerê komîsyoneke ku rêxistinên jinan jî di nav de bûn hat damezirandin.
TJA neçar ma raporê paşve bikişîne
Rapora ku bi pêşengiya TJAyê hatibû amadekirin eşkere kir ku pêvajoya mirina Dîlan Karamanê tenê bi krîzeke takekesî nayê ravekirin.
Li gorî raporê, ew dorpêçeke piralî ye ku tê de tundî, mobbîng, xemsariya saziyan, aborî û tenêbûna siyasî bi hev ve girêdayî ne.
Lê piştî bertekên malbata Dîlan Karamanê û sazî û rêxistinên jinan, TJA neçar ma ku rapora derbarê Dîlan Karamanê de paşve bikişîne.
Saliha Aydenîzê îstîfa kir
Li ser vê yekê Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîza ku Dîlan Karamanê şêwirmendiya wê dikir ji birêvebiriya îdarî îstîfa kir.
Her wiha Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî derbarê Saliha Aydenîzê de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin.
"Bila Mazlum Toprak were darizandin"
Malbata Dîlan Karamanê li Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û daxwazên xwe anîn zimên.
Malbatê xwest ku hevalê Dîlan Karamanê Mazlum Toprak were darizandin.
Malbatê her wiha ji Wezareta Tenduristiyê xwest ku derbarê berpirsên nexweşxaneyê de jî lêpirsînê bide destpêkirin çimkî ambûlans dereng hatiye û xemsariya nexweşxaneyê jî heye.