Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack li Antalyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li Antalyaya Tirkiyeyê bi Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku her du aliyan bal kişand ser bandora şer a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Tom Barrack re civiya.

Tom Barrack Nûnerê Taybet ê Serok Trump ê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye.

Di civînê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Amerîkayê re hatin nirxandin.

Pêşhatên li Sûriyeyê

Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack pêşhatên herî dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdan a li wî welatî gotûbêj kir.

Her du aliyan pêşhatên li Rojhilata Navîn û bandora şer a li ser ewlehiya herêmê gotûbêj kirin.

Her du aliyan bal kişand ser bandora şer a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê.

Wan teqezî li ser girîngiya hevahengî û xebata berdewam a ji bo çespandina aştiyê û parastina aramiyê kir.

Di daxuyaniya Serokatiyê de hat diyarkirin ku çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng bûn hatin nirxandin.