Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer li Antalyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de li hev civiyan û rewşa herêmê nîqaş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Ehmed Şer re anî ziman û got:

"Min ji bo hewlên wî yên berdewam ên ji bo aramiya Sûriyeyê û ji bo bipêşketina di pêkanîna peymana li gel HSDyê de destxweşî li Serok Şer kir."

Pêwendiyên Îraq, Herêma Kurdistan û Sûriyeyê

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku wan li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê de dan û standin kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku armanca wan xurtkirina hevkariyan a di warê ewlehî û aboriyê de ye.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro bi beşdariya gelek serok û serkirdeyan dest pê kir.