Brîtanyayê spasiya rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aştiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn li Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê civiyan.
Wan li ser bipêşxistina pêwendiyên Îraq, Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê dan û standin kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Hamish Falconer daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên li gel Brîtanyayê hatin nirxandin.
Her wiha pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û pêvajoya pêkanîna hikûmetê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan ji bo parastina destkeftiyan û derbaskirina astengiyan "tekezî li ser girîngiya hevbeşî û yekrêziya aliyên Kurdistanî kir."
Rewşa Sûriyeyê û rola Nêçîrvan Barzanî
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku mijareke din a civînê rewşa aloz a herêmê, encamên şer û rewşa Sûriyeyê bûye.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê " ji bo hewlên wî yên ji bo çespandina aştî û aramiyê ya li Îraq û Sûriyeyê spasiya rola erênî ya Serok Nêçîrvan Barzanî kir."
Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pirsgirêk tenê bi rêya dîplomasî û aştiyê dikarin werin çareserkirin.
Her wiha wan destnîşan kir ku divê herêm ji metirsiya şer û pevçûnên zêdetir were parastin.
#VÎDEO - Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Parlamentoya Brîtanyayê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 17, 2026
💢 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi şandeya Parlamentoya Brîtanyayê re civiya#AntalyaDiplomacyForum pic.twitter.com/aBSjb9B8eO