Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Kar û Barên Kendavê re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Kar û Barên Kendavê Luigi Di Maio re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên li gel welatên Yekîtiya Ewropayê hatin nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan ji bo çespandina ewlehî û aramiyê tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata berdewam kir.
Her wiha her du aliyan li ser xurtkirina hevkariya aborî û siyasî li hev kir.
Rewşa Rojhilata Navîn
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku mijareke din a hevdîtinê pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û encamên şer û aloziyan bû.
Di civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bal hat kişandin ser girîngiya parastina aramiyê û serkeftina hewlên dîplomatîk.
Nêçîrvan Barzanî û Luigi Di Maio tekezî li ser dûrxistina herêmê ya ji aloziyên zêdetir kir.