Bakirhan: Divê dewlet ji bo kuştinên kiryar nediyar odeyên arşîvê yên tarî veke
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, eger dê aştiya civakî pêk were divê kuştinên kiryar nediyar bên zelalkirin û gorên qurbaniyan bên diyarkirin.
Dayikên Şemiyê ku kesûkarên wan di salên 90î de bi awayekî "kiryar nediyar" ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatine kuştin cara hezar û 51emîn li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê civiyan.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan li Meydana Galatasarayê bi boneya “Hefteya Windahiyan” beşdarî çalakiya Dayikên Aştiyê bûn.
"Divê dewlet ji bo kuştinên kiryar nediyar odeyên arşîvê yên tarî veke"
Tuncer Bakirhan di çalakiyê de axatinek kir û tê de wiha got:
"Bê guman, yek ji wan tiştên ku ji bo aştiya civakî pêwîst e, ew tekst û daxwazên ku malbatên me jî berî demekê li vê derê xwendin.
Eger dê aştiya civakî pêk were, divê Tirkiye rûbirûyî van pirsgirêkan bibe. Divê ew odeyên arşîvê yên tarî veke.
Divê encamên di wê arşîvê de bi raya giştî re parve bike û divê ev mijar jî di demeke zû de bê çareserkirin.
Divê zêde neyê dîtin ku mirov li zarokên xwe bigerin, navê wan li ser kevirên gorên wan binivîsin û dia bikin.
Ez bawer dikim û piştrast im ku 'Bangawaziya Civaka Demokratîk' bi rastî jî hinekî ji bo vê derê bû.
Ji bo ku windahî çênebin, kuştinên kiryar ne diyar çênebin, windahî û kuştinên kiryar ne diyar ên ku heta îro qewimîne bên eşkerekirin û careke din bûyerên bi vî awayî li vê erdnîgarî û vê axê neqewimin.
Em difikirin ku eger em bikaribin vê pêvajoyê bi serkeftî bi encam bikin, em dikarin daxwazên rewa yên dayikên xwe pêk bînin.
Ne tenê di meclisê de, li kolanê, di her qada jiyanê de ji bo eşkerekirina rastiyan û rûbirûbûna bi rastiyan re em ê bi hemû hevalên xwe re têkoşîna xwe berdewam bikin."