Li Antalyayê nîqaşa 'rêdayînê' bû sedema kuştina 3 kesan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serîkê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê, nîqaşeke trafîkê ya li ser "rêdayînê" veguherî bûyereke bixwîn.

Karmendekî parastina daristanan gule berdan komekê û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Bûyer, şeva borî derdora demjimêr 01:30î li Taxa Kokezê çêbû.

Li gorî îdiayan, ji ber meseleya "rêdayînê" di navbera koma ku ji Emre Savranê 35 salî, Bilgin Korkutê 34 salî, Oguz Avciyê 49 salî û Ali Tunç pêk dihat û Ahmet Bayarê 25 salî yê ku bi otomobîla xwe di rê re derbas dibû de nîqaş derket.

Gule li komê reşandin

Nîqaşa wan di demeke kurt de gur bû û piştî ku alî ji otomobîlên xwe daketin nîqaş veguherî pevçûnê.

Hat zanîn ku Ahmet Bayar li navçeya Gundogmuşê wekî "nobedarê daristanan" dixebite.

Ahmet Bayar demançeya xwe kişand û gule li koma ku pê re nîqaş dikir reşandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tespît kir ku Bilgin Korkut û Oguz Avci li cihê bûyerê mirine.

Emre Savran bi giranî birîndar bûbû û hevalê wî Ali Tunç ew bi otomobîlê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Serîkê.

Lê tevî hemû midaxeleyan Emre Savran jî mir.

Teslîmî polîsan bû

Ahmet Bayarê ku 3 kes kuştin, piştî bûyerê bi demançeya xwe ve çû Birêvebiriya Ewlehiyê ya Serîkê û teslîmî polîsan bû.

Lêpirsîna Ahmet Bayar a li ewlehiyê didome.

Piştî lêkolîna dozgeriyê, termên her sê qurbaniyan ji bo otopsiyê veguhastin morga Saziya Tiba Dadî ya Antalyayê.