Aliyên çep û sosyalîst heta niha piştgiriya meşa HDPê nekirine
Enqere (Rûdaw) - Meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ber bi Enqerê ve berdewam e. HDP ji du aliyan ve ji Colemêrg û Edirnê ber bi Enqerê ve dimeşe, lê heta niha jî alî û grupên bi ser çepa Tirkiyê ve piştigiriya xwe ji bo HDP diyar nekirye. Piraniya aliyên çep û sosyalîst ji HDP ê daxwaz dikin ku ji nasnemaya Kurdan zêdetir giringiyê bi mijarên ked û demokrasiyê bide.
HDPê ji bo çareseriya meseleyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û protesto kirina zextên li ser endam û aligirên xwe meşek ji Colemergê û Edirne bi ber Enqerê ve da destpêkirin. HDP dixwaze piştgiriyê ji aliyên demokrat û çepgir û sosyalîst jî bistîne, lê heta niha jî aligirên partî û grubên navborî piştgiriya xwe ji bo HDP aşkere nekirine.
Aligirê Gruba Şoreşgerên Tirkiyê Can Pîr dibêje: “Di demeke wiha de ez vê meşê rast nabînim, provakasyonên ku dê rû bidin dê me paş de bibib û dê tenê kêrî AK Partiyê werin.”
Mizgîn keçekê Kurd e û xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û endama Partiya Kedkarên Sosyalîst e, êw û hevalên xwe amadekariya çalakiyekê dikin, lê çalakiya wan ne ji bo Kurdan tenê ji bo mafê sendîka û karkeran e. Li gorî vê keça Kurd û hevalên wê kêmasiyên HDP hene û çalakiya wan jî nagihe encamê.
Alîgira Partiya Kedkarên Sosyalîst ( SEP) Rozerîn Yildirim jî got: “Tekoşîna Kurdan li ser vê axê bi salane berdewam dike, meşa edaletê bêguman meşrû ye, lê pêwîst e em li destkevtan binêrin, ka gelo çi destkevtek heye? Pêwîst e ku kar û çalakî li gorî destkevtan bêne kirin. Em tekoşîn xwe li zer zemîneki din bikin baştir e.”
Alîgirê Partiya Kedkarên Sosyalîst Ugur Erkan Altin wiha behsa siyaset û armancên AK Partiyê dike: “Jixwe AKP dixwaze civakê weke Kurd û Tirk, elewî û sunî dabeş bike û desthilata xwe bimeşîne. Ji bo ku em hemû ji zilma AKPê xilas bibin, pêwîst e ku bingeha tekoşîna me nakokiya ked û sermayeyê be.”
Li Tirkiyê zêdetir ji deh partiyên çep û sosyalîst û komînst hene beşek ji wan partiyan di dema helbijartinên 7ê Hezîranê bi HDPê re ketibûn nava tifaqekê.