Umît Ozdag hat berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag piştî 148 rojan ji girtîgehê hat berdan.
Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku bi nijadperestî û dijayetîkirina koçberan tê naskirin 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi tohmeta “heqareta li Serokkomar” û “handana xelkê ji bo kîn û dijminatiyê û heqareta li xelkê” hatibû girtin.
Îro duyemîn rûniştina doza Umit Ozdag li 18emîn Dadgeha Cezayan a Stenbolê bi rê ve çû.
Dadgehê biryar da ku Ozdag bi 2 sal û 4 meh û 3 roj cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Dadgehê dema mana li girtîgehê ya Serokê Partiya Zaferê li ber çav girt û biryar da ku piştî 148 roj ji mana li girtîgehê bêyî kontrola dadî bê berdan.