Kompîtura Orhan Pamuk hat dizîn

 

Hewlêr (Rûdaw)- Mala nivîskarê Tirk ê xwediyê xelata Nobelê Orhan Pamuk a li Stenbolê, ji aliyê dizan ve hat şelandin. Dizan, kompîtur û wênekêşa wî dizîn.

 

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê ku li Tirkiyê weşanê dike, diz ketin mala Orhan Pamuk a li taxa Cîhangîrê. Polêsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

 

Li gorî nûçeyê, Pamuk piştî 3 hefteyan gava ku ji betlaneya xwe ya 15 rojan vegeriya mala xwe, dît ku deriyê malê şikestiye. Pamuk, piştî dît ku qufila derî hatiye şikandin, zanî ku diz ketine malê û teqez li polêsan geriya. Piştî lêkolîne çawa zanî ku kompîtur û wênekêşa wî hatiye dizîn, çû navenda ewlehiyê û gilî kir.

 

Polêsan piştî lêkolîna kamerayên MOBESE yên kolana mala Pamuk tê da kir, 2 kes tesbît kirin û ji bo girtina herdu kesan dest bi xebatê kirin.