CHP bo hikûmetê: Artêşa Azad a Sûriyê bişînin Kabulê

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) li ser gotûbêjên Enqere û Washingtonê bo hiştina artêşa Tirkiyê li Kabula paytexta Efxanistanê bo parastina Firokexaneya Hamîd Karzaî, got, “Eger meyla we ya şerkirin, vekirina eniyeke nû ya dijminkarî û şerxwaziyê heye, ji dêlva serbazên Tirkiyê, çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê bişînin Kabulê.”

Alîkarê Serok û Berdevkê CHPê Faik Oztrak di civîneke çapemeniyê de ku li baregahA serekî yê partiya xwe li Enqerê saz kir, derbarê çendîn mijaran de axivî.

Li ser gotûbêjên Enqere û Washingtonê bo hiştina artêşa Tirkiyê li Kabulê di çarçoveya hêzên NATOyê de, Oztrak got, “Di demekê de ku hemû hêzên endamê NATOyê ji nav axa Efxanistanê vekişiyan û beşek ji wan li ser vekişînê berdewam in, lê desthilata AK Partî û hikûmeta take kesî ya Recep Tayyip Erdogan hewl didin serbazên artêşa Tirkiyê li Efxanistanê bihêlin bo parastina Firokexaneya Hamîd Karzaî.”

Berdevkê CHPê dibêje, bo razîkirina îdareya Biden, desthilat hemû karekî dike û vê carê dixwaze eniyeke nû ya şerkirin û dijminkariyê veke, vê carê li Efxanistan û bi taybetî ligel Talîbanê.

Oztrak, axaftina Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bibîr xist ku gotibû, “Bo parastina asayîşa firokexaneyê, Tirkiyê destpêşxerî kiriye û em jî sipasiya wê dikin.”

Faik Oztrak got, “Eger ewqasî kêfa we ji şerkirinê re tê, ji dêlva zarokên me yên serbazên Tirkiyê, Sedat Peker, çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê û wan muzayedeçiyan bişîne ku di hemû helkeft û civînekê de dibêjin em amade ne cane xwe feda bikin, van bişîne Kabulê, êdî zarokên vî miletî nede kuştin.”

Roja 13ê Tîrmehê, Tevgera Talîbanê bi rêya peyameke heşt xalî hişyarî da Tirkiyê û daxwaz jê kir 500 serbazên xwe paşde vekişîne ku di çarçoveya hêzên NATOyê de li wî welatî ne.

Berevajî wê Talîban dibêje, dê cîhadê dijî wan bikin û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku hiştina hêzên wê li Efxanistanê nayê qebûlkirin û wek hêzeke dagîrker danûstandin ligel tê kirin.