Kurtulmuş: Divê em demildest aştiyeke mayînde pêk bînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, “Şert û mercên herêmî û kurewî barên giran didin ser milên Tirkiyeyê, di rewşeke wiha de divê em demildest aştiyeke mayîndepêk bînin."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş civiya.
Civîna 10em a Komîsyonê li Salona Merasimê ya li Parlamentoyê hat lidarxistin.
Komîsyonê di civînê de guh da Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglu, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar, Balyozê Uskupê Fatîh Ulusoy, Huseyîn Oruçê Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH), Prof. Dr. Deniz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose.
Kurtulmuş di civînê de bal kişand ser barên giran ên li ser Tirkiyeyê û got ku divê demildest aştiyeke mayînde were avakirin.
"Divê em aştiyeke mayînde, bi hizûr û biratiyê çêkin"
Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de spasiya akademîsyenên ku beşdar bûne kir û got:
"Şert û mercên herêmî û cîhanî barên giran didin ser milên Tirkiyeyê, di rewşeke wiha de divê em demildest aştiyeke mayînde, bi hizûr û biratiyê çêkin."
Kurtulmuş her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew di komîsyonê de mijaran bi awayekî diyalogê nîqaş dikin û pêvajoyan bi awayekî şefaf û zelal bi rê ve dibin.
Civîna 11emîn a komîsyonê dê 18ê Îlonê were kirin.
Di rûniştina yekemîn a wê civînê de jî dê nûnerên "Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfederasyona Gundparêzên Ewlehiyê yên Anadoluyê û Malbatên Şehîdan, Weqfa Alimên Medreseyan, Komeleya Zilamên Tevgera Teblîx, Tedrîs Îlîma Îslamî, Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazan a Başûrrojhilat, Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrrojhilat" nêrînên xwe bînin zimên.