Li Îzmîrê 331 koçber û 20 qeçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyê di nav Deryaya Egeyê de 331 koçber û 2 welatiyên Tirkiyeyê ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Herwiha bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan jî 20 kes hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, doh li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê di nav keştiyeke masîgiran de ku ber bi Îtalyayê ve diçû 260 koçber û 2 welatiyên Tirkiyeyê hatine desteserkirin.

Di encama lêkolînên hêzên emnî de 20 kes jî bi hinceta “qeçaxçîtiya mirovan” hatin desteserkirin.

Herwiha li sînorên navçeyên Çeşme û Karaburunê, li nav Deryaya Egeyê di nav du belemên cuda de 71 koçberên ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

331 koçberên desteserkirî piştî karên fermî bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê hatin radestkirin.

Li Muglayê di nava 15 rojan de 2 hezar û 192 koçber hatine desteserkirin

Li aliyê din parêzgariyê Muglayê ragihand ku di encama oparasyonên polîs Hêzên Ewlehiya Peravan, Fermandariya Cendirmeyan yên wî bajarî de, ji 1ê Çiriya Pêşîn heta 15ê mehê 2 hezar û 192 koçberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin hatine desteserkirin.

Herwiha 24 kesên ku karê qaçaxçîtiya derbaskirina koçberan jî kirine hatine girtin.