Xwarina dawetê li 65 kesan bû jehr
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ortahîsarê ya parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê 65 kesên ku tê texmînkirin ji xwarina dawetê jehrî ketine serî li nexweşxaneyê da.
Hinek ji vexwendiyên ku beşdarî daweteke li navçeyê bûbûn, piştî demekê ji ber xwarina ku hatibû pêşkêşkirin nexweş ketin.
Kesên ku bi êşa zik û xelîna dil hesiyan serî li nexweşxaneyên cuda yên bajêr da.
Tedawiya 65 kesên ku bi gumana jehrîbûna ji xwarinê di bin çavdêriyê de ne berdewam dike.