20 leşkerên Tirkiyeyê miribûn: Balafir çima ketiye?
Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê ketina balafira kargoyê ya leşkerî ya cureyê C-130 a Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê (THK) ya ku li ser sînorê Gurcistanê ketibû xwarê û 20 leşker miribûn peydên teknîk ên yekem hatin weşandin.
Li gorî peydên teknîk ên yekem, balafir ji ber têkçûna motoran a zincîrî ji kontrolê derketiye û bi sê perçeyên mezin li erdê ketiye.
Balafira kargoyê ya leşkerî ya cureyê C-130 a Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê ji bo ku biçe Bargeha Jetan a 5emîn a li Merzîfonê, ji bajarê Genceyê yê Azerbaycanê rabûbû.
Têkçûna motoran bi awayekî zincîrî çêbû, balafir ji kontrolê derket
Li gorî peydên teknîk, di qonaxên rabûn û berjorbûnê de ti pirsgirêka teknîkî nehatiye dîtin.
Balafira ku di demeke kurt de li qada asmanî ya Gurcistanê derketibû 22 hezar feetan (7 hezar û 333 metre), li ser rotaya Tirkiyeyê veniştiye û dest bi firîna asayî kiriye.
Lê piştî vê xalê kontrol bi temamî hatiye windakirin.
Li gorî agahiyên teknîk ên ku nivîskarê Hurriyetê Ugur Cebecî ragihandine, gava yekem a qezayê têkçûna motora çaremîn a balafirê bû.
Piştî ku motor ketiye pozîsyona "feather"ê (perikên perwaneyê êdî nafitilin) hevsengiya enerjiyê ya balafirê têk çûye.
Pişt re balafir ji nişka ve bilind bûye.
Di vê navberê de di motora duyemîn de pirsgirêkeke zexta dohn (rûn) hatiye tesbîtkirin.
Bilezbûna zêde ya motorê ya di bin barekî giran de bûye sedema lerzeke (rezonans) xurt.
Vê lerzê kiriye ku motor ji balafirê biqete.
Parçeyên qutbûyî li laşê balafirê ketine û balafir serûbinî hev kiriye.
Perwaneyan laşê balafirê birî, kokpît jê bû
Di heman demê de perçeyên perwaneyê yên ku ji motora hejmar 2 qut bûne, laşê balafirê biriye û beşa kokpîtê ji hev xistiye.
Ji ber ku mekanîzmaya ku goşeya perwaneyê diguherîne nexebitiye, motor ji rewşa nenormal derneketiye û kontrola balafirê bi temamî winda bûye.
Piştî van rûdanan, C-130 ketiye nav "viril"ê (ketina zîvronekî) û bi awayekî bêkontrol li erdê ketiye.
Hat diyarkirin ku balafir bi sê perçeyên sereke yên wekî kokpît, laşê navîn û beşa dûvik ji hev veqetiyaye û li bin guhê erdê ketiye.