Alî Yerlîkaya hejmara biyaniyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku hejmara 3 milyon û 615 hezar û 491 kesên biyaniyên bi awayekî yasayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dimînin.

Alî Yerlîkaya her wiha da zanîn ku ji vê hejmarê 2,3 milyon kes welatiyên Sûriyeyê ne ku di bin statuya parastina demkî de ne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro , di gotûbêjên Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser polîtîkayên koç û koçberan axivî.

2,3 milyon Sûriyeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne

Alî Yerlîkaya diyar kir ku li gorî amarên fermî yên heta 31ê Çiriya Paşîn a 2025an, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 615 hezar û 491 biyanî hene.

Wî da zanîn ku ji wan 2 milyon û 381 hezar û 326 kes ji Sûriyeyê ne ku di bin statuya parastina demkî de ne.

1,2 milyon Sûriyeyê vegeriyan

Yerlîkaya her wiha amaje pê da ku ji sala 2016an heta niha milyonek û 297 hezar û 705 Sûriyeyî jî bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.

Têkoşîna li dijî qaçaxçiyan

Yerlîkaya di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya koçberan û got ku di nav 10 mehên îsal de ji ber vê yekê 3 hezar û 627 kes hatine girtin.