Li Hatayê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hassayê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê vê sibehê demjimêr 04:15an rû daye.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera AFADê cih girtiye, navenda erdhejê navçeya Hassayê ye û kûrahiya wê 7,41 kîlometre ye.