Ciwan û jin bêhêvî ne: Xwesteka çûyîna welatekî din ‘bijardeya sereke’ ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên rapirsiya Şirketa Lêkolînan a Metropollê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji her du kesan pêdiviya yekî bi piştgiriya derûnî heye.

Rapirsî li gorî amarên dawiya sala 2025an hatiye amadekirin û wêneyê "westiyana civakî" ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan dide.

Rapirsî di navbera 10-16ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hezar û 103 kesan hatiye kirin.

Li gorî encaman, ji sedî 61ê civakê rûbirûyê westiyaneke zêde bûne.

Ji her du kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne, yekî diyar kiriye ku sala 2025an pêdiviya wî bi piştgiriya derûnî hebûye.

Yek ji encamên herî berbiçav ên raporê ew bû ku Tirkiye bi 59 puanan ji 100 puanî di kategoriya "westiyana zêde" de ye.

Ji sedî 61ê beşdaran daye zanîn ku jiyana xwe ya rojane bi westiyaneke zêde ya hestyarî, zexta rojevê û dilgiraniya paşerojê derbas dikin.

Jin, ciwan, bêkar û xwendekar herî zêde diwestin

Ew beşên ku herî zêde hest bi westiyanê dikin jin, ciwan, bêkar û xwendekar in.

Ji her sê jinan du jê (ji sedî 66) bi westiyana zêde ketine ku ev yek wekî nîşaneya zexta barê giran ê kar û lênêrînê hatiye şirovekirin.

Têkiliya di navbera welatiyan û nûçeyan de mijareke din a baldar a raporê bû.

Ji her du kesan yekî (ji sedî 55) diyar kiriye ku şopandina rojevê wan rûbirûyê bêzariyeke "zêde" an jî "gelekî zêde" dike.

Mijarên ku herî zêde westiyanê ji bo civakê çêdikin wiha hatine rêzkirin:

  • Bûyerên sûc û tundiyê: Ji sedî 29
  • Siyaset: Ji sedî 21
  • Aborî: Ji sedî 19
  • Xirabbûna civakî/exlaqî: Ji sedî 18

Tenê ji sedî 2yan serî li pisporan daye

Wekî encameke wî wêneyê giran ê civakî, sala 2025an ji her du kesan yekî (ji sedî 44,3) amaje bi wê yekê daye ku pêdiviya wan bi piştgiriya derûnî hebûye.

Lê di dabînkirina vê pêdiviyê de rêyên pîşeyî qels mane.

Di demên dijwar de, her çi qas ji sedî 70ê welatiyan berê xwe dabe malbatên xwe, rêjeya kesên ku çûne cem psîkolog an psîkiyatran tenê ji sedî 2 bûye.

Rapirsiyê "nexşeya baweriyê" ya li li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî nîşan daye.

Li gorî encaman, civak di asteke navîn de baweriyê bi derdora xwe ya nêzîk (malbat/heval) tîne (50 puan) lê hema bêje baweriya wan bi kesên nenas nîne (18 puan).

Baweriya bi saziyan tenê 39 puan bûye.

Di analîzeke li ser bingeha profîla dengdêran de derketiye holê ku ji sedî 45ê civakê di koma "yên ku baweriya wan bi tiştekî nîne" de ne.

Ev kom ne baweriyê bi dewletê, ne bi saziyan û ne jî bi mirovên din tîne.

Bi taybetî, beşeke zêde ya dengdêrên mixalefetê (CHP, ÎYÎ Partî, DEM Partî) vê cemaeta bêbawer û westiyayî pêk tînin.

Dengdêrên desthilatê zêdetir di koma "yên ku pişta xwe bi saziyan germ dikin" (ew ên ku dibêjin dewlet çareser dike) de cih digirin.

Di nav ciwanan de "xwesteka çûyînê" zêde ye

Her çi qas ji her sê kesan du jê bi giştî dixwazin li li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bijîn, di koma 18-34 salî de rewş nebaş e.

Di nav ciwanan û çîna xwendekar de, rêjeya kesên ku dibêjin "eger derfet hebe, ez dixwazim li welatekî din bijîm" hema bêje wekî rêjeya kesên ku dixwazin li welat bimînin bûye.

Rapor tekez dike ku di nav vê komê de, xwesteka çûyînê êdî ne fikreke marjînal e, bûye "bijardeyeke sereke".

Di beşa encamê ya raporê de, pêşbîniyên welatiyan ji bo sala 2026an hatine diyarkirin.

Wekî paradokseke balkêş, her çi qas ji sedî 47ê civakê pêşbîniya "saleke xirab" ji bo rewşa giştî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike, ji sedî 54ê wan pêşbîniyeke "erênî" ji bo jiyana xwe ya taybet dike.